Li ser riya perestgehê Ez dîsan hatim ew Diyarbekra li biniya Çavkaniya Çemê Dîclê û li binê quntara Çiyayê Qerec’î, ku sûnewarê saristaniyê ye. Gava pistî 25 salan ez vegeriyam warê bavê û kalan, mixabin min ev dît: Ji Diyarbekra kevin hema tistek ne mabû. Dema zarotî û xortaniya min, li tevaya bajêr pakî û rindî hebû. Î roj her derê bajêr, bi taybetî jî nav bajêr wêran bûye. Her çend besên ketî yên Keleha Amedê û çend ji bermayên din ên dîrokî dihêne honandin jî, her çend hin projeyên avakirina xanî û malên bilind ên xwedî bernameyên bi milyaran dihêne lêkirin jî, dîsan Diyarbekir ne Diyarbekra berê ye. Heger wisan berdewan bike, mirov dibêje qey Diyarbekir wê di demeke kin de, bi yekcarî biguhere û ne yêt naskirinê. Ew jiyana ges û dilvîn a berê ne maye li Diyarbekrê. Min ev dîtin gava ez pistî 25 salan cara yekê zîvirîm Diyarbekrê. Gava mirov li Diyarbekra îroyîn temase dike, qet ew bawerî bi mirov re çê na be, ku ev der dergûsa saristaniya tevaya cîhanê ye. Ji ber ku Diyarbekir ji binî ve û bi yekcarî hatiye guhertin û ne ew Diyarbekra car û zemanên berê ye. Gava wek diyarbekriyek li Diyarbekrê geriyam, bi gistî ev hîs li nav dil û hinava min hat hîskirinê: ku gava mirov serdana nexwesek birînxedar ê li nexwesxaneyê dike, mirov dibîne ku derbên gran lê ketine, xelk dest avêtinê. Diyarbekir jî her bi heman cûreyî nexwesek kûrnalî ye. Dest lê hatiye dirêjkirin. Ji bo birînên dilê xwe hinek bikewînim, me gereke dirêj li nav bajêr kir. Her wisan jî min dixwast heger mabe, ji bo xanima xwe ya swêdî hin tist û ciyên xwes û rind ên bajêr nîsan bidim. Ew jî di gel min hatiye Diyarbekra dergûsa saristaniyan. Min derbareyê Diyarbekrê jê re pirr tistên xwes û rind bahs kiribû. Ew jî wek mirovek têgehistî li ser vê rewsa Diyarbekra îroyîn, wek min pirr diqehirî. Min pêsniyar kir ku em herin wê perestgeha hîn nuh ji bin erdê derketî, ya li Girê Navokê (’Gobekli Tepe’) (1) li bajarê me yê hevrêz û cîran, li Rûha’yê (2), bibînin. Temamê navên cih û waran î roj tev kirine bi tirkî. Ez bûm sahid ku hevalên min ên berê, ên rêxistinî jî, î roj di bin kar û tesîra vê siyaseta neyaran de mane û ew jî her bi heman cûreyî navên sûn û waran bi tirkî bi lêv dikin. Ji bo nimûnê, hevalek min ê pirr hezkirî li ser navê taxekî Diyarbekrê got ’Kayapinar – eski adiyla Peyas.’ Anku navê rastî Kayapinar û navê nerast jî Peyas! Î roj ji Girê Navokê re jî dibêjin Göbekli Tepe. Gava em hatin nêzîkê gundê Girê Navokê min ji çend gundiyan navê kurdî yê vî gundî pirsî. Kêm ji wan navê kurdî dizanibûn. Pistî nîvrojek bi çûna otomobîlê, em hatibûn nêzîkê ciyê ku perestgeh lê bû: Girê Navokê. Gava me ji xelkê rê dipirsî, kes vî ciyê ku lêkolînên arkeologîkî lê dihate kirin, nas ne dikir. Haya xelkê me ji vê perestgeha mazin û grîng qet nîn bû. Me riya xwe jî sas kiribû em çûbûn Wêransarê. Me li wir, li Wêransarê, bi alîkariya Înternet’ê riya xwe dît. Em hatin nêzîkê bajarê Rûhayê. Lê kes ni zani bû ew gund li ku derê ye. Sofêrê me çû ji qereqola leskerî a mazin a li navbera Wêransar û Ruhayê rê pirsî. Komandanê qereqolê gotibû sofêr: ’ma evana çi li Gobeklî Tepê dikin? Em ni zanin Gobekli tepe li ku derê ye. Hema yek ji van girên li van nêzîkan pês wan bike û bibêje ev der e.’ Wisan diyar bû ku endamên pêsde yên herêmî ên dewleta tirk ne dixwastin ku ev der were naskirinê. Herî dawî gava me ji çend gundiyên dinê ciyê perestgehê pirsî, gotine me ku li jora gundê me, li Girê Navokê ye. Girê bi navok ji ber ku li ser vî girî, ji zemanên kevin ve dîwarek glover yê ji qûçên kevir hatiye lêkirin, loma ev nav lê hatiye danîn. Em bi hîs û heyecanek mazin hilkisiyan ser girî. Germa nava rojê bû. Gava me xwe nêzîkî ewca (serê ser) girî kir, me dît ku pawanekî xort li biniya siya darekê rûnistiye. Me jê re got ku em hatine vir ji bo ku em dixwazin wê perestgeha ku Dr Klaus Schmidt ji Înstîtuya Arkeologiyê ya Almanî (DAI) derxistiye meydanê, bibînin. Lê belê pawanî got ’qedexe ye!’ Me jê re got ku em ji riyek pirr dûr hatine, ta ji Swêdê, lê dîsan çare ne kir. Me pirsî çima qedexe ye? Pawanî got: ’walî qedexe kiriye.’ Me got hema em wêneyek bi tenê bikisînin, pawanî got: ’Na! Hingê ew fotograf di rojnameyan de derkeve û wezareta çandî hay jê bibe.’ Pistî hêvî û tikayên dûr û dirêj, pawanî em berdan hundurê tixûbî, ku em perestgehî bibînin. Navroj e û hetav li nîvê ezmanî rawesta ye. Germahiya desta Herranê jî pirr bas dihêt naskirin. Di nav vê germahiyê de, ku ew roj germahî bi kêmanî ji ser 50 kertî bû, em li ser riya herî dawî bûn û li ser girê hildikisiyan ber bi jortir, ku em perestgeha herî kevin a cîhanê bibînin. Gurme-gurma dilê min e, hem ji ber germahiya royê û hem jî ji ber wan hîs û heyecanên bilind ên ji ber zû xwastina dîtina vê perestgeha mêjûyî. Girê Navokê bi hezaran salan wek pîroze (ziyaret) hatiye naskirin. Loma li ser girî dîwarek ji qûçên kevir hatiye lêkirin û çend dar jî li nav dîwarî hatine danînê. Gava me berê xwe da hêla çepê, me ji niskê ve dît, ku çend kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî, li ber çavê me rawestiyayî ne. Ji nav erdê kolandî, bejna wan bilind bûbûn. Ji bin erdê hatibûn derxistin ber ronahiya royê. Hingê mirov bas fêm dikir, ku ev der bi rastî jî ciyekî pir awarte û pîroz e. Pîroztirîn cih ku ez lê bûme. Lê belê kevintirîn avahiya ku mirovatî dinase. Kevintirîn perestgeha cîhanê Ew ên ku Încîlê xwandine bi navê Çiyayê Pîroz ê Peyxember Îbrahîm’î bas dinasin. Ew ciyê ku Xwedê ji Peyxember Îbrahîm’î re dibêje ’’here wî welatê pîroz ku tev xêr û bêr e. Hewa wî xwes, tev dest û gir e. Ez ê Te li wir bikim serekê qewmek mazintir. Li wir perestgehek heye.’’ Lê belê pirr kes ji me, navê vî cihî, ji govara almanî, ji Der Spiegel’ê (3) bihîst. Ev ciyê ku Încîl vegotiye rastiyeke berçavî ye. Va ye î roj bermayê vî ciyî, her weku ku Încîl vegotiye derketiye ber ronahiya royê. Ew perestgeha ku li gor Încîlê Peyxember Îbrahîm’î li wir niyaz û nivêj kiriye, bûye sparteka zanistî ya li ber destê alim û zaniyaran, Her wisan jî bûye ew lêkolîna zanîstî û nuh, ku wan zanebûnên derbareyê mêjûya mirovayetiyê ser û bin kiriye. Lêkolînên arkeologîkî yê li Girê Navokê li desta Herran’ê ya li bakurê Kurdistanê, bi serokatiya arkeologê almanî Dr Klaus Schmidt dihêt kirin. Dr Klaus Schmidt li govara Der Spiegel’ê dibêje ku ’ew buhusta ku li Încîlê dihêt nimandin, dibe ku wargeha Girê Navokê, li nêzîkê Rûha’yê be.’ Gelo efsane li Kurdistanê dibin rastî? Li Încîlê besê Yekê li Kitêba Mûsa’yî dihêt gotin ku ’’Xwedê li ser ruyê erdê baxçeyek ava kiriye. Vî baxçeyî bi çar robaran avedan kiriye: Ferat, Dîcle, Pîhon û Gîhon. Û ev baxçeyê xwesik li destek têrgir e, ku hewa li wê derê jî pirr xwes e’’(4). Dibêjin ku Adem û Hewa jî li vir jiyane. Gotinên li ser ciyê Baxê Îrem’î (Aden=bi zimanê sumerî dihê wateya: dest) her wisan li pirtûka bi navê Efsane (legend) jî hatiye nimandin. Ev pirtûk ji hêla arkeolog û nivîsevanê înglîz David Rohl’î ve hatiye afirandin. Li vê pirtûkê dihêt nivîsîn, ku ’’gava Adem û Hewa ji buhustê hatine derxistin, ew li vî cihî jiyane. Ev wargehek bijarte ye ku jê re dibêjin dergûsa saristaniyê.’’ Hem wêjeya efsanewî ya sumerî, hem Încîl û hem jî van destkeftên arkeologîkî yên îroyîn dibêjine me, ku ev cih û war di mêjûyê mirovayetiyê de wargehek pirr ê grîng e. Van lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt kiriye, destkeft û encamên sansasyonel, seyr û ecêb derxistine meydanê. Ev zanebûnên, ku me ta î roj derbareyê mêjûyê mirovayetiyê de bi dest ve hanîbûn, tev serûbin kirin. Ev lêkolîn çîroka jiyana mirovên berî vê bi 11 hezar salan vedibêje. Lêkolînên arkeologîkî yên li vî wargehî nîsanê me didin, ku bav û kalên me yên nêçîrvan û berhevvan, di dem û zemanên taybetmend de, li vê perestgehê kom bûne û dêlindêz û ayinên (merasîm) olî pêk hanîne. Ev dihêt wê wateyê ku sêniyên li serdema berdî (neolîtîkî) goran û binecih (dêmanî) bûn. Ev sal û zeman, xwe digehîne bi hezaran sal berî vî zemanî û ev dihêt wê wateyê, ku ev zeman li rojgariyek pirr kevin ê dîrokî bûye. Ji lew re van mirovên li dora vê perestgehê hîna ne xwediyê huner û zanînên çêkirina kûze û cerî yê ji heriyê bûne. Lê belê ew bas dizani bûn, ku xanî ava bikin. Ew kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de (li wêneyê tesmase bike), ku dirêjiya wan digehîje 3 metreyan, berhemên nadîde û guzîde ne. Wan nivîsên wêneyî yên pîroz (hîeroglîf) ên guzîde yên li ser van stûnên berdî, bingeha hîeroglîfên misrî ne. Kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de, ku li dergehê perestgehê ne, bi neqs û fîguran hatine xemilandinê. Evana neqsên wek mar, sêr, kêz, beraz, rovî, ga û hwd in. Ev dihê wê wateyê ku Girê Navokê xwedî sazûmaniyek pêwendiyê (communication system) ya tîpên wêneyî bûye, ku jê re dibêjin: hîeroglîf. Sêweyê geometrîkî ya perestgehê glover e. Bawerî ew e ku wan kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de, nîsanê wan çend hoz û êlan bûn, ku li wan dorhêlan dijiyan. Ev dîsan dihêt wê wateyê ku wan mirovên kevin ên li wê herêmê, yên li wê rojgariya dîroka wisan kevin, xwedî ol bûne û baweriya wan bi hêzên serxwezayî hebûye. Di encama lêkolînên arkeologîkî de, firaqên xwarinê yên ji kevirê res ê basalt hatine derxistin. Ev destkeftanan nîsanî me didin, ku mirovên deman û nistecih li nêzîkê vê perestgehê jiyane. Evan destkeftên nuh, ew dîtina xeletî ya berê ku digot ‘’kevintirîn sûnewarê avabûna mal, gund û bajaran li Ûrselîmê bûye’’, ji me re serrast dikin. Berî derhanîna vê perestgehê, dihat gotin ku kevintirîn sûnewarê avabûna mal, gund û bajaran li Ûrselîm’ê, li Îsraîlê ye. Ta nuha mirov wisan bawerî hebûn, ku derbasbûna ji jiyana nêçîrvanî û berhevvaniyê ser bi jiyana nistecihî û goraniyê, pistî soresa çandinê bûye. Lê belê lêkolînên li Girê Navokê destnîsan dike ku jiyana nistecihî û goraniyê li serdema berdî (neolîtîkî), pirr berî soresa çandinê, hîna gava mirov nêçîrvan û berhevvan bûne, hebûye. Bi riya lêkolînên arkeologîkî derhanîna vê perestgehê ku bû sedemê sansasyon, seyr û ecêbmayinan ew e, ku ev perestgeh ji hêla wan mirovan hatiye lêkirin, ku ew nêçîrvan û berhevvan bûne - ne nistecih û dêman. Mêjûyê rojgariya vê dîrokê li gor baweriyan di navbera 11300 ta 8600 salan e. Bermayên li vî ciyê mêjûyî nîsanê me dide, ku mirovên vê serdemê li jiyanek buhustî û gulîstanî jiyane. Dr Klaus Schmidt li govara Der Spiegel’ê dibêje, ku ’’ev li dîrokê ji bo mirovên wê serdema berdî (neolîtîkî) bûye serdemek zêrîn a buhust û gulîstanan.’’ Çiyayê Pîroz ê Peyxember Îbrahîm’î pistî 11 000 salan hat dîtin Li gor vegotinên li Încîlê, çiyayê pîroz ê Peyxember Îbrahîm’î li ew ci ye, ku Peyxember Îbrahîm li wir niyaz û nivêj kiriye. Ev perestgeh e, ku î roj li bakurê Kurdistanê bermayê wê bi riya lêkolînên arkeologîkî derhatiye meyadanê. Dr Klaus Schmidt ku serokatiya vê lêkolînê dike, li Der Spiegel’ê dibêje ’’Ev kevintirîn perestgeha li cihanê ye. Ev li mêjûyê saristaniyê kevintirîn sûnewarê avabûna mal, gund û bajaran e. Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevayê cîhanê were naskirin.’’ Ev Peyxember Îbrahîm kî bû? Çima ew wek bavê cihûyan û fileyan û pasê jî wek bavê erebên musulman dihêt naskirinê? Bersiva van pirsan wê pirr kurt be heger em xwe li nav çarçiveyên vê gotarê bigirin. Lê belê em herine Herran’ê ji ber ku bersiva kurt û dirêj jî li Herran’ê ye. Dibêjin ku Peyxember Îbrahîm li vî bajarê mêjûyî ya sumer-akadî yê li devera bakurî ya li desta Herranê jiyaye û li wir miriye. Dibêjin ku dayika Peyxember Îbrahîm’î ew li sikeftek li vê herêmê vesartiye. Dibêjin ku qeyserê babîlî Nemrûd Peyxember Îbrahîm’î dihavêje nav agir gava Peyxember Îbrahîm li hevber xwedanokên qeyser Nemrûd’î dirabe. Încîl jî vî welatê Herranê wek ’wargeha xudayî’ dinimîne. Li rojgariya kevin a dîrokê, bîr û hizrên li ser xudayek (monoteîzm), nepeniyên (sirr) jiyanê, nepeniyên gerdûn û gerînekan li Herran’ê hat afirandin. Van guftûgoyên fîlozofîkî Harran kir dergûsa olan. Herran herêmek bi xêr û bêr bû. Sêniyên Herranê piranî bi karê bazirganiyê ve dirabûn. Wê gavê kes û mirovên jîr û zane li Herranê dijiyan. Peyxember Îbrahîm jî yek ji van herraniyên jîr û zane bû. Pirr kes û dorhêl, du bajarên bi navê Ûr tevlihev dikin. Gelo ev her du Ûr li ku dera erdnîgariyê (cografyayê) ne? Ne ew bajarê Ûr ku paytextê sumeran û bajarê xwedanê heyvê yê sumeran, ku li devera basûrê Iraqê dikeve, lê belê ew bajarê Ûr’ê ku kurd î roj jê re dibêjin Rûha, li bakurê Mezopotamiyayê (Kurdistan) ye. Dibêjin ku Peyxember Îbrahîm û malbata wî li dorhêla salên 1900-1800’î BÎ jiyane û ew ji bajarê sumerî ji Ûr’ê, ji Mezopotamya basûrî ne. Heger wisan bûya, ew ê Tewrat û Încîl jî behsa sumeran bikira. Lê di rastiyê de mirov ne li van kitêban û ne jî di Quranê de rastî peyvek sumeran jî na yêt. Her wisan jî di ew Tewrat’a ku sala 300 BÎ hat wergerandin bi ser zimanê grekî, navê bajarê Ûr’ê na yêt nimandin (5). Lê belê di nivîsa îbranî ya Tewratê de, navê Ûr-Qastîm heye. Gelek lêkolîner û dîrokzan dibêjin ku ev nav pasê li ser hatiye zêdekirin. Li gor nivîsên mîxî ku li bajarê dîrokî yê bi navê Marî’yê (6) hatine dîtin, ’ev bajarê Ûr’ê wek dihêt gotin, ne li basûrê Mezopotamiyayê ye. Ev bajar, li desta Herranê li bakurê Mezopotamiyayê dikeve.’ Herran bi perestina ji xwedanê Heyvê re dihêt naskirin. Ta van rojên hevdem jî, li Herranê li ser vê bîr û baweriyê xelk hene. Navê xwedanê heyvê yê suemrî Nanna û navê jina wî jî Nîngal e. Sêniyê Mezopotamiya Bakur akadî, navê Nanna kirine Sîn. Bi qeyseriya Mezopotamiya bakurî ya Sargon’î, navê xwedanokên sumerî bi akadî hatin bi lêvkirin û nimandin. Sîn xwedanokê peyman û peyxemberiyê bû. Perestgeha li Girê Navokê, perestgeha herî kevin a naskirî ya cîhanî ye. Lê belê hîna hêvî heye ku dîtin û derxistina hin perestgehên mêjûyî yên windamayî yên li herêmê bibin. Li gor gelek çavkaniyên nivîskî yên ji saristaniyên li Mezopotamiyayê, navê perestgeha Sîn’î E-Hul-Hul (perestgeha sahiyê) bûye. Lêbelê li lêkolînên arkeologîkî yên ta nuha ên li herêmê, ev perestgeh ne hatiye dîtin. Dayika qeyserê babîlî Nebonîd’î Adad-Guppî derbeareyê vê perestgeha windabûyî vê nivîsîye: ’’Min guhdariya Xwedanê xwedanan Sîn’î kir. Hemû tistên ku wê ji min re got rast derketin. Nebonîd kurê min ê bi tenê dêlindêza jibîrbûyî ya ji bo Sîn’î amade kir. Nîngal, Nûskû û Sadarnûnna. Wî ev perestgeha E-Hul-Hul çak (restore) kir. Sîn, Nîngal, Nûskû û Sadarnûnna’yê [peykerê wan] ji paytexta qeyserî ya Babîlê hanî û bi dilxwesî li sûna wan a berê li Herran’ê dahêna’’ (7). Gelo çima Peyxember Îbrahîm ku ji kok û binyada xwe ji vê deverê ye, ev Herran a dewlemend û bi xêr û bêr li ciyê xwe histiye û çûye ciyek kevirî, qerac û feqîr wek Filistînê? Dibêjin ku sedem bazirganî bûye. Li gor Încîlê Peyxember Îbrahîm jî bazirganî kiriye. Peyxember Îbrahîm bi karwanê xwe re çûye ta Misrê jî. Încîl dibêje gava ew di gel jina xwe ya SARA ku di xwesikbûna xwe de nadîde bûye, dihê Misrê. Ji ber tirsa eskerên fîrewnî ku jina wî ji xwe re ne bin û Peyxember Îbrahîm’î ne kujin, jina xwe wek xwuska xwe dide nasandin. Lê bêkêr bûye. Fîrewn dîsan dest dadihêne ser Sara’yê û ew ji xwe re dike dost. Pistî hatina Sara’yî, qesra fîrewn’î li gelek bela û bûyeran rast hat, fîrewn bawer kir ku ev li ser hatina jinika nû ye û rabû ew rizgar kir. Ev bû sedem ku Peyxember Îbrahîm ji Misrê bi barek gran bi zîv û zêr vegeriya. Vî zêrî fîrewn wek diyarî dabû Sara’yî. Peyxember Îbrahîm’ê li gor serdema xwe, xwedî bîr û baweriyek nûjen û modern, bi Xwedayek tenê bawerî dihêne. Li gor efsaneyê, qeyserê babîlî Nemrûd dixwaze Peyxember Îbrahîm’î ji ber vê yekê bi mirinê ceza bike. Gava Peyxember Îbrahîm’î li ser koma êzingan girê didin, ku wî bi saxî bisotînin, Xwedayê Peyxember Îbrahîm’î koma êzingan dike masî û agîr jî dike av. Loma ta roja îroyîn kes ew masiyên li gola ku jê re dibêjin gola Peyxember Îbrahîm’î, na xwin. Sêniyê Herranê ji serdemên kevin ve bi perestina xwe ya ji stêrkên gerdûnî re dihêne naskirinê. Berê jî xelkê Herranê wisan bawerî hebû, ku xwediyê masiyên vê golê, stêrka bi navê Athargatardis (Merîx, Venus) (8) e loma wan destûr nîn bû ku masiyên vê golê bixwin. Ta roja me ya îroyîn mirovên oldar wisan bawer in, ku ev masî bermayên wê guhartinên mûcîzeyî ya Xwudayî ye, ku Peyxember Îbrahîm li wir ji mirinê rizgar bûye û ji lew re jî van masiyan na xwin. Bawerî wisan e, ku Peyxember Îbrahîm mirovek bi nav
û deng bû. Peyxember Îbrahîm î roj wek bavê
du qewmên li rohilata navîn dihêt naskirinê. Ji
zaroyên Peyxember Îbrahîm’î ’Ishaq
wek bavê cihûyan û Îsmaîl jî wek bavê
ereban dihêt naskirin û pejirandinê. Ne tenê soresa çandinê (agrar revolution), her wisan
jî soresa heyvankirinê jî ya civata mezr û gundîtiyê
(pastoral revolution) jî li ser vî erdê kevnare rû
daye. Bi zanebûn û riya tirskirina xurakê, xurak konservkirin,
her bi vî awayî durustkirina mast û penîrî,
duruskirina bade û bîrayê, cara yekê li vir hatiye
derxistin û pêsvexistinê. Li van du salên dawiyê, lêkolînên arkeologîkî
yên ku Dr Klaus Schmidt’î yên ku li Girê
Navokê (Gobekli Tepe) li biniya Rûhayê kiriye, bi serê
xwe soresek e. Pistî vê lêkolînê hat zanînê
ku kevintirîn sûnewarê avabûna mal, gund û
civakê li Girê navokê li ser cografya Kurdistana mêjûyî
ya li Mezopotamya bakurî bûye. Ta nuha mirov dizanî
ku kevîntirîn civat li Jerîko (Îsraîlê)
bûye. Bi vê zaniyariya nuh a herî dawî jî
hat dîtin ku Kurdistana mêjûyî, dergûsa
temamê saristaniyan e. Buhusta windabûyî Kurdistan, ew welatê bi xêr û bêr ê di nabera du robarên Ferat û Dîclê ye. Yan jî bi navek din, Kurdistan ew welatê guzîde yê ku piraniya erdnîgariya Hîvika Bi Xêr û Bêr digire nava xwe, sûnewarek buhustî ye. Ev sûnewar piraniya caran wek dergûsa saristaniyê dihê destnîsankirinê. Her wisan jî ev herêm dergûs û wargeha tevaya olan dihêt zanîn û naskirinê. Hem spartekên mêjûyî (wêjeya sumerî û Încîl) û hem jî destkeftên encama lêkolînên arkeologî nîsanê me didin, ku ev der wargeha Baxê Îrem’ê (Cennet-ul Aden) bûye. Gava van lêkolînên arkeologîkî yên vê dawiyê, spartek û destkeft derdihênin holê, ew teorî û baweriya ku dibêje ’Kurdistan welatê Baxê Îrem’ê ye’ xurttir dibe. Kî bixwaze dikare here nav vê buhustê. Blêtek ji bo çûna Diyarbekrê yan Ruhayê ji xwe re bikirin û hew. Lê belê, her çend ev welat xwedî ev çend hewa xwes e, her çend xwedî ew surusta rind û ciwan e jî, î roj na yêt naskirinê. Van desthilatdar û xwînmijokan, hem piraniya xwezaya Kurdistanê û hem jî piraniya mirovên Kurdistanê ji bînî ve kirine nexwes û dîl û li ciyê xwe histine. Ji bo nimûnê Newalê Çorê ku di encama lêkolînek arkeologîkî de wek ’yek ji kevintirîn sûnewarê avabûna mal, gund û bajaran’ hat zanîn, bi çend kîlometran ji Girê Navokê dûr e, sala 1992’yê di bin ava bendava Ataturk’î de hat histin. Heman çarenûs, bûye çarenûsa Hesenkeyf’ê, bajarê sikeftî yê bi deh hezar salan kevin. Evan hêjayî û kelpûrên çandî, ne tenê yê xelkê kurd e, her wisan kelepûrek çandî yê tevaya mirovayetiyê jî ye. Ew welatê ku xwestirîn nan û badeyî dide mirovî, ew welatê ku ciwantirîn û xwestirîn sebze û mêwan dide mirovî, ne bi çalakvaniya guhertinên jeolojîkî be jî, bi destê van desthilatdarên xwînmijok ve hatiye rûxandin. Ew serên bêjimar û bêdawî jî, ku li ser vî erdî rû dane, ew jî sedemek din a rûxandin û talana vî welatî ye. Li hevberî tev van nebasî û rûxandinan, gava mirov ber bi hênikayiya êvarê, li mêvanxaneya li ser Girê Çil Dergûsê (’Kirxlar Daxî’) ya li biniya Amîdayê (15), li Mezopotamiya bakurî dirûne û bayek hênik hinarikên ruyê mirovî miz dide, gava mirov qurtek ji wê badeya buhustî ya bi pêzanîn û tecrubeyên bi hezaran salan ji nav kûrahiya erdê Mezopotamiyayê hatiye bi destvehanîn û tirskirinê divexwe, hingê bi rastî jî mirov dibêje qey mirov li nîvê buhusta gerdûnî ye. Wan çêj û teamên ku gava mirov dixwe, bi dehan, bi bîstan sênîk dihêne ber mirovî, ji ber xwesbûna wan his bi mirovî re na mîne. Gava ku hozan jî bi wî dengê xwe yê tarî, efsûnî û tijenepem, dest bi xwandina riste û helbestan dike, gava ji bo demek kurt be jî Tu ji ber van ciwaniyên li dora Te ne, Tu sermest û gêj dibî, bi Xwedê hingê Tu li nîvê buhustê yî. TÊBÎNÎ: Peykera ku li Willendorf'ê (Awusturya) yê hatiye dîtin, 11,cm dirêj e, her çend dibêjin ji ser 20 hezar salan e, lê belê kes mêjuyê çêkroxên vê peykerê nas na ke.
7. James, B. Pritchard, the Ancient near East, Supplementary
texts and Pictures Relating to the old testament, New Jersey, 1969, s.
125
FERHENGOK
Çiyayê Pîroz: Ew çiyayê ku li wêjeya sumeriyan û Încîlê navê wî dihêt nimandin û vegotin. Li gor Încîlê peyxember Îbrahîm li wir niyaz û nivêj kiriye. Î roj, li destpêka salên 2000’î, bi rêberiya lêkolînên arkeologîkî yên Dr Klaus Schmidt, li bajarê Rûhayê li bakurê Kurdistanê hatiye derxistin bi meydanê. Rûha: Ev bajar her wisan bi navê bajarê peyxemberan jî dihêt vegotinê, dibêjin welatê Peyxamber Îbrahîm’î bûye. Bajar xwedî gelek navan e. Her wek navên Ur, Urha, Roha, Ur-hai, Orroes, Khurrai, Edessa, Antiokhea, Kallirhoe, hatiye bi navkirin. Sala 1100 gava bajar ji hêla tirkan ve hat dagîrkirin navê wî ma Urfa.
|