PAYÎZE

DİLÊ MİN

DÎSA ZÎZE

Bedirxan Epözdemir

Ji bo parêzger Şevket Êpözdemir, ku berî pazdeh salan (25.11.1993) ji alîyên hezên tarî va bi bêbextî hate şehît kirin.

Ku bi rastî bejim, gelek caran ji dilê min nayê ku ez binivsînim. Pir caran di cerbînîm, hewildidim, li berxwedidim, xwe hinek hêsadikim, lê didim û nadim bêje nayêne cem hev,

Hevok rêz nabin li pey hev. Demên borî têne ber çevên min. Rewşa ku em têda dijîn û duwaroja me. Mijar hev diqewrînîn, pirs û pirsegirik têne lefandin li hev. Dibine wek gilokek benik. Teklî hev dibin gelek caran, dibine girîyeke kor. Napişkivin, napişkivin, venabin ji hev. Û pirs, pirs, pirs.. Rêz dibin li pey hev. Giloka benik, carna ji xwe şerit û werîsan di efrîne. Dibine bêser û bêbin. Ne taqeta min heye ku ez bigêhjime wan, ne ew lêvîya min dimînin. Ji nişkava hinda dibin, ji ber çevan, bi lez û bez.

Veca ku demsal payîz bî, dar û ber sitûxwar û melûl bin, yek dengî û yek rengî xitma xwe li xwezayîyê dabî û payîz bibî xwezgînîyê nûçeyên reş. Dilê te zîz, çevên te li derî û penceran bin , guhên te bel û bendewarê nûçevanan bin. Wê, ezê çî û çawa binivsînim ? Wê bi kîjan hêz ezê bikaribim, derd û kulan bireşînime ser kaxizan.

Ez we nizanim, lê kêyfa min qet nayê ji payîzan ra. Kesên romantîk bixeydin jî ev rastîya mine û ku bi salane nayê guhartin. Payîz li cem min bûye remza xeberên reş, bûye tirs, bûye xof. Sedem vî ye dema payîz te, dilerizim, direçifim, ditirsim.

Delalên min hebûn, evînên min hebûn, xeyalên min hebûn. Ku min bi wan ra heyî û tuneyî yê, xweşî û nexweşî yê par dikir. Ku me di şuna pêxwarinê da hêvîyê ji xwe ra dikir, qatix. Û bi helbest û kilamên serketinê me sebr û sebata xwe tanî. Bi bêbextî ji min sitand wana, payîza keysperest. Min ji delalan mehrum, ji evînan bêpar kir, xeyalê min bi avê we çûn. Ez bê qatix, bê helbest û bê kilam mam.

Sedem vî ye ku ez ji payîzan hiznakim.

Sedem vî ye ku dema payîz tê tirs û xof min digrin, dibime bêzar û ziman.

Dar û ber melûl û sitûxwar. Zer, hatiye reşandin li çar alî. Yek rengî û yek dengî, xetma xwe li xwezayî yê daye. Û ez xwe tenê, bêkes, xizan û nezan di ecbînim. Vêga dîlim, di destê payîza bêbext da. Min bi qeyd û bendên xwe yên kevnar va girêda ye. Gerîya min şidandîye bi wê heybeta xwe yê mezin. Wek kabûs li ser singe min rûniştî ye. Bêtaqet û mecalim. Nefesa min dernakevê, difetisim. Li rengan digerim, li dengan digerim. Ne kes, ne nefes.

Bêdengî û yek rengî çıqas nexweşe, hey hawar !

Û sebir û sebat. Gotineke hesa û bêwate. Lê pekanîneke dijwar. Û gelek caran jî bersiva pirsên bêdawî, li sûka bêhêvîyan.

Bêrî kirin çiqas zore.

Û ku çar alîyê te, mij, moran û duman bî.

Ku tu bêmecal, teqet û îmkan bî.

Û evîn dîl bî, li pişt heft derîyan kilîtkirî bî.\

Û di nav bêdengî, tarî û zilomatêda, bi wî dengê xwe yê zîz û lezîz, ku bi axên û keser Şivan Perwer; çiqas hawar û gazî bike û bêjê “min bêrîya te kirye, lo wille min bêrîya te kirye”.

Qet dawî li berî û hesretan tê?\

We nizanim. Lê berî û hesretên min qet kêm nebûn, her sal zêdetir bûn.

Çinkî bêrî, pirseke bêdawî ye di nav xire û gura jîyanêda.


 


 


 


 

 

 

 

 

 

 

 

Bîranîn:

Av. Şevket Epözdemir

(1943-25.11.1993)

di pazdehmîn salavegera qetlkirina,Tekoşêrê bêwestan yê aşîtî, demoqrasî, hiqûq û mafênmırovan, merivê rojên teng, kela evînê, remza dîyalox û xweşdîtinê,insanê zana û bi rûmet Parêzger Şevket Êpözdemir,bi rûmet, evîn û hesret bi birtinim, li hêzên tarî û qatilan lenet dibarînim.
Bi vê mebestê, bangê hemû kes, sazî û rexistinan dikim ku narkokîyen sunî yên di navbera xwe da bidine alîyek; dîtin û remanên wan çî dibin bila bibin, li ku û ji alîyê kî ve, bi çî sedemî hatine kûştin û failên wan meçhul mane bêne ronahî kirin û kampanyayeke ber fireh bê destpêkirin.

Şefafbûn ji herkes ra pêwîste.

Ji bo duwerojeke xweş, pêwîswte tu tişt tarî nemînê.


Bedirxan Epözdemir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ez  çend helbestên Şevket Epözdemir

Dîyarbekir-Amidî(*)

Bi axên û zarîn duxanek bilind dibî ji Dîyarbekir

Bi hawar û nalên dur û dirêj digirî yek

Ev Dîcla min e

Xirb, qûlube û sûr

Demên borî û yên pêşî yad dikin.

Dayîk, xûşk û rû yên xemgîn

Berhemên kevin û derebegan

Gav bi gav negere li Amedê

Tu yê verem bibî verem…

Nêzîkî nexweşxanê, dibîstanê ewlekarîyê

Xanîyê şehirdarîyê, derîyê rêweberîyê nebe!

Tu nikarî bijî

Ku wicdan û îman bi te ra hebe.

Gûh nede ax , derd û zarezara kesî

Bikeve cîyeke bê pencere

Bila pîyên te tebata

Nalêna axê nekin

Nexwe tu yê bi agirê Dîyarbekir bêyî vêketin

Bibî wek Kerem, Kerem…


DİLBİRÎN

(Dîcle-Firat/1 sibat 1963 hêjmar: 5 rûpel: 3)

Çiya(*)

Hevqas axên we neda vêxistin

Qirn û sal borîn

Ne bûne yek, ne jî helîyan

Li ser sere we dûxan

We belav nekir mij û moran

Nalêna ku pêsîra we girt

Yeman bû , pir yeman

Kesi nebihîst, we rê neda

Hey çîya yên biberf, hers û duxan

Çîya yên xayîn, xedar û xemgîn

Rê bidine tavê…


 

DİLBİRÎN

( Dîcle-Firat/ 14 gulan 1963 hêjmar: 8 rûpel: 3)

(*) Ev herdu helbestên jor bi Tirkî hatine nivsandin û di rojnama Dîcle-Firat de hatine weşandin. Şevket wê demê bi nave Dilbirîn dinivsand. Min van helbestan wegerande Kurdî.

Ji Dûr ve

Bêdeng,

Hêdî-hêdî

Ba û baxozan di efrînî,

Te dilê min dîl girt.

Baranên nîsanê bi min ra jî hene

Berf, bêdeng dibarê

Baran, bi hozanvanî

Lê îro

Bi kûl û keser

Bi axên û keder Dane ser

Hev.

Berf,

Bê ziman û zare

Ne li rê û zaboqan

Li bedena min dibare.

Ew roja ku

Ez ji te ketîyam

Dîkên sibe bang nedabûn

Lê min qewil dabû te

Ezê herim di berbanga sibê de.

Ew çev û birû yên te

Yên delal

Mina ava zelal.

Ew fekrandinên te

Yên bihizin û cemal

Çîyayên mezin

Dihelandin.

Belkî jî bibûne jehir

Lêvên min ji lêvên te ra.

Dema min digot;

Ezê bimrim

Te min;

Bi maçikên xwe perû diki ra.

Tu çoyî

Bajareke wusa

Ku ez rîya wê

Nizanim.

Tu bûyî bûka dewlemendek

Ku min ket navê wî nebihistîye.

Ez ji şevan

Hiznakim êdî,

Ew şevên ku me

Bi hevra

Xewnên xweş didî.

……………………

Şevket Epözdemir-1967

Ev helbest texmînen di sala 1967 da bi Tirkî, bi nave “Uzakta” hatiye nivisandin. Wusa xuya ye ku helbest dirêje. Lê hevqas di bîra min da maye. Min ji Tirkî wergerande Kurdî. Divê demê da nahatîye weşandin. Şevket, li gel helbestên nîjen, nûmuneyên klasik jî daye. Ez li jêr carîneke wî ku di bîra min da maye pêşkêş dikim.

Dîlber axên û derd û kul

Çîya û eşq û bax û dil

Min dî nûra te bawer kir

Şev hat axên û derd û kul.


Ez Şevketê bira careke dîn di pazdemîn salvegera qetlkirina wî da bi dileke xemgin û bi hesret yad dikim, careke dîn qatilên wî rûreş û şermezar dikim.

Em lê jibîr nakin.

Ew gula me ya azadî û aşîtîyê ye, wê qet necilmisê.

Bedirxan

 
Me di vê belavokê de çareserîya pirsa kurd û Kurdîstanê danîye ber çavan. Em bang û gazî li kes, sazî, rêxistin, rewşenbîr, tezgeh û tendensên sîyasî, demokrat û humanîst dikin ko piştgirîya banga me bikin.   Berdewam>>>