Bîranîn:
Av. Şevket Epözdemir
(1943-25.11.1993)
di pazdehmîn salavegera
qetlkirina,Tekoşêrê bêwestan yê aşîtî, demoqrasî, hiqûq û mafênmırovan,
merivê rojên teng, kela evînê, remza dîyalox û xweşdîtinê,insanê zana û
bi rûmet Parêzger Şevket Êpözdemir,bi rûmet, evîn û hesret bi birtinim,
li hêzên tarî û qatilan lenet dibarînim.
Bi vê mebestê, bangê hemû kes, sazî û rexistinan dikim
ku narkokîyen sunî yên di navbera xwe da bidine alîyek; dîtin û remanên
wan çî dibin bila bibin, li ku û ji alîyê kî ve, bi çî sedemî hatine
kûştin û failên wan meçhul mane bêne ronahî kirin û kampanyayeke ber
fireh bê destpêkirin.
Şefafbûn ji herkes ra pêwîste.
Ji bo duwerojeke xweş, pêwîswte tu tişt
tarî nemînê.
Bedirxan Epözdemir

Ez
çend helbestên Şevket Epözdemir
Dîyarbekir-Amidî(*)
Bi
axên û zarîn duxanek bilind dibî ji Dîyarbekir
Bi
hawar û nalên dur û dirêj digirî yek
Ev
Dîcla min e
Xirb, qûlube û sûr
Demên borî û yên pêşî yad dikin.
Dayîk, xûşk û rû yên xemgîn
Berhemên kevin û derebegan
Gav
bi gav negere li Amedê
Tu
yê verem bibî verem…
Nêzîkî nexweşxanê, dibîstanê ewlekarîyê
Xanîyê şehirdarîyê, derîyê rêweberîyê nebe!
Tu
nikarî bijî
Ku
wicdan û îman bi te ra hebe.
Gûh
nede ax , derd û zarezara kesî
Bikeve cîyeke bê pencere
Bila pîyên te tebata
Nalêna axê nekin
Nexwe tu yê bi agirê Dîyarbekir bêyî vêketin
Bibî wek Kerem, Kerem…
DİLBİRÎN
(Dîcle-Firat/1
sibat 1963 hêjmar: 5 rûpel: 3)
Çiya(*)
Hevqas
axên we neda vêxistin
Qirn û
sal borîn
Ne
bûne yek, ne jî helîyan
Li ser
sere we dûxan
We
belav nekir mij û moran
Nalêna
ku pêsîra we girt
Yeman
bû , pir yeman
Kesi
nebihîst, we rê neda
Hey
çîya yên biberf, hers û duxan
Çîya yên xayîn, xedar û xemgîn
Rê bidine tavê…
DİLBİRÎN
( Dîcle-Firat/ 14 gulan 1963
hêjmar: 8 rûpel: 3)
(*) Ev herdu helbestên jor bi
Tirkî hatine nivsandin û di rojnama Dîcle-Firat de hatine weşandin.
Şevket wê demê bi nave Dilbirîn dinivsand. Min van helbestan wegerande
Kurdî.
Ji Dûr ve
Bêdeng,
Hêdî-hêdî
Ba
û baxozan di efrînî,
Te
dilê min dîl girt.
Baranên nîsanê bi min ra jî hene
Berf, bêdeng dibarê
Baran, bi hozanvanî
Lê
îro
Bi
kûl û keser
Bi
axên û keder Dane ser
Hev.
Berf,
Bê
ziman û zare
Ne
li rê û zaboqan
Li
bedena min dibare.
Ew
roja ku
Ez
ji te ketîyam
Dîkên sibe bang nedabûn
Lê
min qewil dabû te
Ezê
herim di berbanga sibê de.
Ew
çev û birû yên te
Yên
delal
Mina ava zelal.
Ew
fekrandinên te
Yên
bihizin û cemal
Çîyayên mezin
Dihelandin.
Belkî jî bibûne jehir
Lêvên min ji lêvên te ra.
Dema min digot;
Ezê
bimrim
Te
min;
Bi
maçikên xwe perû diki ra.
Tu
çoyî
Bajareke wusa
Ku
ez rîya wê
Nizanim.
Tu
bûyî bûka dewlemendek
Ku
min ket navê wî nebihistîye.
Ez
ji şevan
Hiznakim êdî,
Ew
şevên ku me
Bi
hevra
Xewnên xweş didî.
……………………
Şevket Epözdemir-1967
Ev
helbest texmînen di sala 1967 da bi Tirkî, bi nave “Uzakta” hatiye
nivisandin. Wusa xuya ye ku helbest dirêje. Lê hevqas di bîra min da
maye. Min ji Tirkî wergerande Kurdî. Divê demê da nahatîye weşandin.
Şevket, li gel helbestên nîjen, nûmuneyên klasik jî daye. Ez li jêr
carîneke wî ku di bîra min da maye pêşkêş dikim.
Dîlber axên û derd û kul
Çîya û eşq û bax û dil
Min
dî nûra te bawer kir
Şev
hat axên û derd û kul.
Ez Şevketê bira careke dîn di pazdemîn salvegera qetlkirina wî da bi
dileke xemgin û bi hesret yad dikim, careke dîn qatilên wî rûreş û
şermezar dikim.
Em
lê jibîr nakin.
Ew
gula me ya azadî û aşîtîyê ye, wê qet necilmisê.
Bedirxan




